Balyozê Sûriyê li Rûsyê: îro encamên Astanayê yekalî dibin

Balyozê Sûriyê yê li Rûsyayê Riyaz Hedad li bajarê Sochi yê Rûsî ji K24ê re ragihand, îro gelek babet ku di civînan de hatine pêşniyazkirin û gotûbêjkirin, hinek ji wan hatin pejirandin, herwiha dê îro jî bên yekalîkirin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Balyozê Sûriyê yê li Rûsyayê Riyaz Hedad li bajarê Sochi yê Rûsî ji K24ê re ragihand, îro gelek babet ku di civînan de hatine pêşniyazkirin û gotûbêjkirin, hinek ji wan hatin pejirandin, herwiha dê îro jî bên yekalîkirin.

Li ser civîna Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) û hikûmeta Sûriyê ya li Şamê, Riyaz Hedad got: “Ev pirs pêwîst e li Sûriyê were kirin, min hevdîtin ligel wê şandê nekiriye.”

Duh û îro 30 û 31ê Tîrmehê gera Astana 10 bi beşdariya nûnerên Rûsya, Îran, Tirkiye û şandên hikûmet û opozîsyona Sûriyê li Sochi birêve diçe, Netewên Yekgirtî û Urdinê jî wek çavdêr beşdar dibin.