De Mistura ji K24ê re naveroka civîna bi Rûsyayê re aşker dike

Civîna Nûnerê Taybet ê Netewên Yekgirtî bo Sûriyê Staffan De Mistura ligel şanda Rûsî bidawî bû. De Mistura ji peyamnêrê K24ê re got, di civînê de pirsa Komîta Destûrî jî yek mijaran bû.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Civîna Nûnerê Taybet ê Netewên Yekgirtî bo Sûriyê Staffan De Mistura ligel şanda Rûsî bidawî bû. De Mistura ji peyamnêrê K24ê re got, di civînê de pirsa Komîta Destûrî jî yek mijaran bû.

Şanderê K24ê li bajarê Sochi ya Rûsyayê Xoşewî Mihemd da zanîn, berî bîstekê civîna De Mistura bi şanda Rûsî re bidawî bû û dema derketina ji civînê De Mistura ji peyamnêrê me re got: “Ev tenê destpêka civînan e û civîn berdewam dibin. Di civîna bi şanda Rûsî re pirsa Komîta Destûrî hat gotbêjkirin.”

Peyamnêrê me da zanîn, hin alî naxwazin pirsa Komîta Destûrî di gera 10emîn a danûstandinên Astanayê bê gotûbêjkirin û alî dibêjin ev pirs gelekî girîng e û pêwendiya wê bi pêşeroja siyasî ya Sûriyê heye û pêwîst e pirsa destûrê li danûstandinên Cenêvê bê gotbêjkirin.

Piştî pêşketina artêşa Sûriyê li başûrê Sûriyê, Rûsya hewl dide pirsa sereke ya Komîta Destûrê di vê gerê de bipaş bixwe û mijarên wek encamên dawî yên şerê li dijî terorê, pirsa vegera koçberan û rewşa mirovî li Sûriyê gotûbêj bike.

Derbarê bernameya civînê îro yên bajarê Sochi de peyamnêrê K24ê da zanîn jî, niha şanda Rûsya û Îranê dicivin, piştre û di demjimêr 15:00  şanda Rûsya û Tirkiyê dicivin û biryar e êvarê jî şanda Rûsî ligel şanda opozîsyona Sûriyê bicive.

Diyar kir jî, îro hevdîtin bi awayekî cuda cuda dibin, sibe jî her sê welatên gerentîker Rûsya, Tirkiye û Îran bi amadebûna Nûnerê Taybet ê Netewên Yekgirtî De Mistura ligel şandên hikûmet û opozîsyona Sûriyê li ser yek maseyê kom dibin û guftûgoyan dikin.

Îro û sibe 30 û 31 vê mehê gera Astana 10 bi beşdariya nûnerên Rûsya, Îran, Tirkiye û şandên hikûmet û opozîsyona Sûriyê li Sochi birêve biçe, Netewên Yekgirtî û Urdinê jî wek çavdêr beşdar dibin.

 

 

S. B