Kalin: Amerîka erkên NATO bicîh nake

Kalin: Tirkiye di çarçoveya NATOyê de hemû erkên xwe bicîh anîne, lê Amerîka hem bi hevkariya xwe ya bi YPG û PYD re, hem jî cîh dane FETOyê de, erkên xwe bicîh neaniye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Civîna Kabîneya Serokomariya Tirkiyê dawî bû. Peyvdarê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin da xuyakirin, di civînê de alozî û tengezariya bi Amerîkayê re jî hatiye rojevê û ew tu carê gef û bikaranîna zimanê gefxwarinê hember Tirkiyê qebûl nakin.

Da zanîn, Tirkiye hemû erkên xwe di çarçoveya NATOyê de bicîh anîne, lê Amerîka hem di warê PKK û hem jî Cemaeta Gulen de wek hevpeymanekê tevnagere.

Îbrahîm Kalin - peyvdarê Serokomarê Tirkiyê, diyarkir:

"…Rojên dawî di navbera me û Amerîkayê de tengezariyek heye. Liser proseyeke dadgehî ya vê derê car caran rayedarên Amerîkî peyamên gefxwarinê arasteyê Tirkiyê dikin. Îro Serokomarê me di civîna kabîneyê de jî got, Tirkiye tu carê rê nade gef û zimanê gef e. Em qebûl nakin, welatekî hevpeymana NATO ev pêvajoya dadgehê bike hincet û gef li Tirkiyê bixwe. Tirkiye di çarçoveya NATOyê de hemû erkên xwe bicîh anîne, lê Amerîka hem bi hevkariya xwe ya bi YPG û PYD re, hem jî cîh dane FETOyê de, erkên xwe bicîh neaniye. "

 

 

C.B