3 Efser û 10 leşkerên Sûrî hatin kuştin

13 leşkerên artêşa Sûriyê li gundewarê Şamê ji aliyê DAIŞê ve hatin kuştin, di nava wan 3 efser hebûn ku yek ji wan jî bi pileya Emîd e.

K24 – Navenda Nûçeyan

13 leşkerên artêşa Sûriyê li gundewarê Şamê ji aliyê DAIŞê ve hatin kuştin, di nava wan 3 efser hebûn ku yek ji wan jî bi pileya Emîd e.

Jêderekî ji ewlekariya Sûriyê ji ajansa “Sputnik” a Rûsî re ragihand, hêzeke artêşa Sûriyê li rojhilatê firokxaneya Dimêr ketin kemîna DAIŞê û 13 leşkerên artêşa Sûriyê hatin kuştin.

Da zanîn jî, di wê kemînê de Berpirsê ewlehiyê ya Dimêr Emîd Nedîm Kamil Esed û 2 efserên din di nava kuştiyan de bûn. 5 leşkerên din jî birîndar bûn.

Ji aliyê xwe Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kiribû, herî kêm 4 leşkerên rêjîma Sûriyê li navçeya Dimêr ji aliyê DAIŞê ve hatin kuştin, lê nayê zanîn ku ew çekdarên DAIŞê ji beyabana Sûriyê hatibin, yan şaneyên nivistî bûn.  

Ev yekem êrîşa DAIŞê ye li navçeya Qelemûn, piştî rêkeftina derxistina çekdarên opozîsyona Sûriyê ji navçeya Qelemûn a di meha Nîsana bûrî de.

 

S. B