Îranê piştgiriya xwe bo Tirkiye nîşan da
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê derve yê Komara Islamî ya Îranê Muhammed Cewad Zarîf liser twitter a xwe, biryara Amerikayê ya kiryarên dijî 2 wezîrên Tirk rexne kir.
Zarif di twitt a xwe de nivîsî: “Kiryara neyasayî ya Amerika beramberî 2 wezîrên Tirk, ne tenê diyardeya siyaseta wê ya gefxawrin û taderiyê ye, herweha girêdana wê bi dorpêçên aborî de jî xwe nîşan dide”.
Duhî Payvdara Koçka Spî Sarah sandrews ragihandibû ku, Amerika bi egera serbest neberdan a keşe Andrew Brunson, kiryaran li hember Wezîrê Navxwyeî Suleyman Soylu û Wezîrê dadweriyê Abdulhamit Gul lidar dixe.
C.B