Perlemanterekî Birîtanî li ser bûyerên 16ê Cotmehê diaxive
K24 - Navenda Nûçeyan
Endamê Perlemana Birîtanî Jakc Lopresti, di gotarekê de ku di rojnameya The Times de, hatiye belavkirin, behsa rojên piştî referandumê û kiryarên Bexdayê beramberî Herêma Kurdistanê dike.
Jakc Lopresti dide xuyakirin, ew di wê baweriyê de ye, ku Kurdistan landika aramî û pêkvejiyanê ye û referandum tenê bizavek bû, ji bo rizgarbûn ji Iraqê, Bexda jî bi bizava nehiştina Herêma Kurdistanê û şehîdkirina Pêşmerge tometbar kir.
Lopresti kêfxweşiya xwe da xuyakirin, ku Kurd Birîtanya wek cihê fêrbûn û xwendinê didin naskirin û zimanê Ingilîzî li Kurdistanê xwedî giringî ye.
Derbarê piştevanîkirina hêzên Pêşmerge, navhatî dibêje: Min serdana serbazên Birîtanî kir li Hewlêrê, ku bi hezaran Pêşmerge rahênan dikin, ev ji me re giring e, ji ber ku Pêşmerge ji bo têkşikandina DAIŞê hêzeke giring bû û hîn rihên DAIŞê li Bexdaya taîfeger heye û dibe ku bi formekî gellekî metirsîdartir derkeve.
N.O