Erdogan: Pere û zêrên xwe ji bin balgihan derxînin

Aloziyên di rewşa aborî de, bi taybetî bilindbûna nirxên Dolar û Euro aboriya Tirkiye xistiye proseyek tengav de. Bi vê egerê Erdogan bang li hevwelatiyan kir, bi hest û helwêstên neteweyî...

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiye bang li hevwelatiyên Tirkiye kir ku, Dolar, Euro û zêrên xwe, yên di bin balgihan de diveşêrin bi Lîreya Tirkî biguherînin û helwêstek neteweyî nîşan bidin.

Aloziyên di rewşa aborî de, bi taybetî bilindbûna nirxên Dolar û Euro aboriya Tirkiye xistiye proseyek tengav de. Bi vê egerê Erdogan bang li hevwelatiyan kir, bi hest û helwêstên neteweyî, pereyên biyanî, bi taybetî Euro û Dolar, herweha  zêrên ku di bin balgihan de vedişêrin, derbixin û bixin bazarê de, bi Lîreya Tirkî biguherin. Bawerî jî pê anî ku, hevwelatî dê guh bidin vê daxwaza wî.

 

 

C.B