Li Colemêrgê 8 polîs birîndar bûn
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê teqînekê rû da û 8 polîs birîndar bûn.
Teqîn li bajarokê Geverê rû da. Dema wesaîta zirxpoş a polîsan derbas dibû bombeya ku li ser rê hatibû bicihkirin, ji aliyê gerîlayên PKKê ve hate teqandin.
Di encamê de 8 polîsên Tirkiyê birîndar bûn û rewşa polîsekî giran e.
Piştî teqînê Arteşa Tirkiyê li dijî PKKê operasyoneke berfireh da destpêkirin.
S. B