“Tirkiye pirsa Kurdî çareser neke, dê têkliyên navdewletî têk bide”

Aloziyên ku di rojên dawîn de di navbera Tirkiye û Amerîkayê de rû dane, ji aliyê rêveberên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) ve hatin nirxandin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Aloziyên ku di rojên dawîn de di navbera Tirkiye û Amerîkayê de rû dane, ji aliyê rêveberên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) ve hatin nirxandin. Li Gorî rêveberên PSK'ê; aloziyên navbera aliyan ne li ser bingehên mafên mirovan in, li ser berjewendiyên navxweyî ne. Li gorî rêveberên PAK'ê jî heta Tirkiye pirsgirêkên Kurdên li Bakur û Tirkiyeyê çareser neke, dê têkiliyên wê yên neteweyî bi rêk û pêk nebin.

Amerîkayê bi sedema desteserkirina Keşeyê Amerîkî Andrew Brunson li ser Wezîrê Karê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu û Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamît Gul biryara gemaroyê dabû û ev biryar di rojên dawîn de bû sedem ku di navbera Tirkiye û Amerîkayê de alozî derkevin.

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesût Tek, li ser têkiliyên ku aloz bûne got ku; Amerîkayê di warê pirsgirêkên Kurdan de her dem piştgiriya Tirkiyê kiriye û van aloziyên navbera wan demkî ne.

Serokê Giştî yê PSK'ê Mesût Tek ji K24ê re wiha axivî: "Amerîka ji hemû aliyan ve li hember daxwazên rewa yên Kurdan piştgiriya Tirkiyê kiriye. Ji ber vê yekê jî divê ev tu caran ji bîra me neçe. Carinan herdu dewlet li ser hin xalan nakok dibin, lê belê di encamê de li hev tên ji ber ku berjewendiyên wan ên hevpar gelek in."

Biryara gemaroya li ser herdu wezîran, li qada Dewlet û Hikûmeta Tirkiyeyê rastî bertekan hatibû û ji bo dan û stendinên li ser mijarê Wezîrê Karên Derveyîn yên Tirkiyê Mewlud Çavûşoglû û Wezîrê Karên Derveyîn yê Amerîkayê Mike Pompeo, li Sîngapûrê hevdîtin kir û li gorî ragihandina Çavûşoglû; wan li ser xebata li ser pirsgirêkan li hev kiriye.

Endamê Rêveberiya Navendî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Henîfî Tûran jî li ser kirariyên navbera Tirkiye û Amerîkayê dide zanîn ku siyaseta Amerîka û Tirkiyê di gelek waran de li hev nake û ji bo xurtkirina têkiliyên navdewletî pêdivî bi çareseriya pirsgirêkên Kurdan heye.

Henîfî Tûran dibêje: "Divê Tirkiye bi Kurdan re rûnê, ne tenê bi PKK'ê re; bi hemû beşên siyasî û civakî re bicive û kêşeyên navbera Kurdan û Dewleta Tirkiyeyê çareser bike. Rê ev e. Ji bo ku destên Tirkiyê li hember dewletên biyanî xurt bibin, divê ku di navxweyî de ew û Kurdên nav Tirkiyê li hev bikin."

Li gorî rêveberên Partiyên Kurdistanî radigihînin; Amerîka û Tirkiye hem ji aliyê siyasî, hem ji aliyê leşkerî, hem jî ji aliyê aboriyê ve di çarçoveya berjewendiyên navxweyî de li hev dikin û dema mijar tê ser mafên Kurdan jî divê nêzîkahiyên Amerîkayê yên ku ji dîroka kevin heta roja îroyîn çêbûne, ji aliyê Kurdan ve neyên jibîrkirin.