Pompeo: Hêvîdar im, van rojan Brunson û girtiyên din tên serbest berdan

Ji derveyî keşe Andrew Brunson, sê karmendên balyozxaneya Amerika li Tirkiye girtî ne: Hamza Ulucay, Metin Topuz û Nazmi Mete Canturk...

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Amerikayê Mike Pompeo di daxûyaniya xwe ya îro ligel medya belavkirî de li Singapurê ragihand, hevdîtina wî ligel Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu bi erênî derbas bû ye û hêvîdar in di van rojên pêşya me de girtîyên Amerikî li Tirkiye werin serbest berdan.

Ji derveyî keşe Andrew Brunson, sê karmendên balyozxaneya Amerika li Tirkiye girtî ne: Hamza Ulucay, Metin Topuz û Nazmi Mete Canturk.

Pompeo diyarkir ku, di hevdîtina wî ligel Çavuşoglu de (3ê Tebaxê) aniye ziman ku, proseya girtinê ya hevwelatiyên Amerika di girtigehên Tirkiye de dive bidawî were, û ew di helwêsta xwe de ciddî ne, kiryarên dijî du wezîrên Tirkiye jî ji alî Amerika ve, wekî nimûne nîşan da ye.

Pompeo herweha diyarkir: “Duhî ligel hevpostê min ê Tirk axaftinek erênî me kir.Min diyarkir ku, Brunson dive were serbest berdan û vegere Amerika, herweha hevwelatiyên din ên Amerika jî dive bên serbest berdan. Hêvîdar im, di van rojên pêşya me de, ew yek dê rû bide”.

 

 

C.B