Rûsya: Em piştevaniya Esed nakin

Maria Zakharova: Heger pilana Dewleta Xîlafetê bi serketiba, wê demê ziyanên herî mezin, wê ji para Rûsya bana.

K24 - Navenda Nûçeyan

Di bersiva xwe de li ser pirseke peyamnêrê Kurdistan 24ê, peyvdara wezareta derve ya Rûsya (Maria Zakharova) derbarê piştevaniya welatê wê ji rêjîma Sûryê re got: Mosko piştevaniya gelê Sûryê dike ne ya kesê Beşar Esed.

Maria Zakharova diyar kir, ku heger pilana Dewleta Xîlafetê bi serketiba, wê demê ziyanên herî mezin, wê ji para Rûsya bana.

Zakharova zelal kir, ku gellek alî wan bi piştevanîkirina Esed tometbar dikin, lê di rastiyê de Mosko piştevaniya dewleta Sûryê dike û got: Di navçeyê de gellek welat hene ku Hikûmetên wan hatine xistin wek Lîbya û Iraq, piştî ku Hikûmetên wan welatan ketin, ew ketin ber destê setem û zordariyê. Pêwîstbû zû piroseya demokratiyê li Sûryê berqerar bûba, lê DAIŞê li wir ser hilda û pilana herifandina Sûryê û pêkanîna Dewleta Xîlafetê hebû, heger ew pilan hatiba bicîkirin, ewê hemû perîşan bûbana.

Herwiha navhatî got: Sûrya ji Amerîka bêtir nêzîkî Rûsya dikeve, lewra jî me zanîbû, ger ew pilan biserketiba, wê Rûsya ji hemû aliyan bêtir ziyan dîtiba, ji ber ku heya berî çend salan jî Rûsya di bin gefa terorê de bû, bi taybetî li bakurê Qefqazê, ji ber vê yekê jî, em neçar bûn ku hêzên xwe yên ezmanî li Sûryê bikar bînin.

N.O