Ilham Ehmed: Rêjîm bi hişkî nêzîkî pirsa nenavendiyê dibe
K24 - Navenda Nûçeyan
Seroka Desteya Bicîkar a Civata Sûrya Demokrat Ilham Ehmed, beşdarî bernameya (Basî Roj) a K24ê bû û ragihand, ku civînên wan ji bo cara yekem bûn û li ser daxwaza Hikûmeta Sûryê bûn û di wan civînan de, behsa mijarên giştî û pirsên xizmetkariyê hat kirin.
Ilham Ehmed zelal kir, ku ew rijd in li ser çareseriya demokratî ji kirîza Sûryê re û derbarê Doza Kurdî jî baweriya wan bi Rêveberiya Xweser û sîstemeke nenavendî heye û heger rêketin li ser vê yekê bê kirin, çêdibe ku sîstema nenavendî bê pêşxistin û hemû pêkhateyên Sûrî cihê xwe têde bigirin û mafên xwe bidest bixin.
Ilham Ehmed tekez kir, ku aliyê rêjîmê bi hişkî nêzîkî pirsa (Nenavendiyê) dibe, lê weke (MSD) ewê li ser bizav û danûstendinên xwe li gel rêjîmê berdewam bin, tevî ku gav hêdî hêdî tên avêtin û got: Ev danûstendin jî destpêkek in daku rijandina xwînê li Sûryê bê rawestandin.
Ehmed diyar kir, ku baweriya hêzên wan ji YPG û HSD bi yekîtiya axa Sûryê tê û ew ji bo pirojeya mafên gelan û demokartiyê û sîstema nenavendiyê jî kar dikin û xebatê dikin û ji destpêkê ve jî YPGê û HSD xizmet ji vê pirojeyê re kirine.
Navhatî got jî: Divê rêjîm xwe şaş neke û bizav neke ku bi hêzên xwe vegere Rojavayê Kurdistanê, ji ber ku xelkê deverê bi dirêjiya 7 salan fêr bûye çawa xwe biparêze û nabe hêzên rêjîmê derbasî deverê bibin.
N.O