Berpirsekî Kurd: Amerîka li bakurê Sûriyê dimîne

Berpirsekî pilebilind ji Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê radigihîne, Amerîka li bakurê rojhilatê Sûriyê dimîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsekî pilebilind ji Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê radigihîne, Amerîka li bakurê rojhilatê Sûriyê dimîne.

Berpirsekî ji Rêveberiya Xweser bêyî ku navê xwe aşkere bike ji rojnameya “aawsat” re got: “Berpirsên Amerîkî bêhtirî carekê ji YPGê re tekez kirine, ku hêzên Amerîka li bakurê rojhilatê Sûriyê dimînin.”

Herwiha wê rojnameyê li ser zarê wî berpirsî belav kiriye, “Serokê Amerîka Donlad Trump li lûtkeya Helsinki di hevdîtina ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin de mana hêzên Amerîkî li bakurê rojhilatê Sûriyê ji Putin re ragihandiye.”

Herwiha wî berpirsî gotiye: “Artêşa Amerîka em agahdar kirine ku ew dimînin, da ku valahî çê nebe û DAIŞ yan hêzên Îranî venegere û wê valahiyê danegere.”

Got jî: “Em bi artêşa Amerîka re li ser plana sala 2018 – 2019an rêkeftine, ew plan jî rahênankirinên leşkerî, peydakirina aramiyê û şerê şanên nivistî yên DAIŞê lixwe digire.”

 

S. B