Opozisyona Sûryê alîkariyê ji Almanya û Firensa dixwaze

Opozisyona Sûryê: Rêjîma Sûryê rojana lîstekê bi navên kuştiyên di zindanên xwe de eşkere dike, ku di bin îşkencedê de tên kuştin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Desteya Niştimanî ya Karûbarên Girtî û Windabûyên Sûrî ya ser bi Opozisyonê ve, daxwaz ji Almanya û Firensa kir ku komîteyeke navdewletî pêkbînin da fişaran li rêjîma Sûryê bike, daku girtiyên li cem xwe berde.

Yasir Ferhan ragihand, ku rêjîma Sûryê rojana lîstekê bi navên kuştiyên di zindanên xwe de eşkere dike, ku di bin îşkencedê de tên kuştin.

Ferhan daxwaz kiriye, ku ew dosiye li ber destê Encûmena Ewlehiya Navdelwetî bê danîn, daku kesên di zindanên rêjîmê de mane, bên rizgarkirin.

Di dema dawî de, Hikûmeta Sûryê navê nêzîkî 8 hezar kes belav kir, ku di zindanên wê de hatine kuştin.

N.O