Îran li nav Kendavê amadekariya şer dike
K24 - Navenda Nûçeyan
Supaya Pasdaran a Îranê, li nav ava Kendavê û nêzîkî tengeava Hurmizê, amadekariya her egereke rûbirûbûna serbazî dike û hefteya derbasbûyî, manoreke serbazî li navçeyê encam da.
Li gorî malpera RT a Rûsî, peyvdarê Supaya Pasdaran (Remedan Şerîf) gotiye: Manor di çarçoveya amadekariyê de bû, ji bo rûbirûbûna her eger û êrîşekê ku di Kendavê û tengeava Hurimizê de bê encamdan.
Berpirsên pilebilind ên Taranê, ev çendîn car in gefa wê yekê dikin, ku tengeava Hurmizê li ber çûnûhatina bazirganiya navdewletî bigirin, heger Amerîka astengiyan li ber firotina petrola Îranê çêbike.
Ji aliyekî din ve, Amerîka û hevpeymanên wê li navçeyê, kar ji bo gerentîkirina azadiya çûnûhatina deryayî li tengeava navhatî dikin û hişyariyê didin Îran, ku heger tengeava Hurmizê bigire, wê Taran rastî siza û karevdanên tund bê.
Gefên Îranê, piştî biryareke serokê Amerîka Donald Trump tên, ku di roja 8ê Gulana derbasbûyî de, vekişyana Amerîka ji rêketina etomî ragihand, ku di Tîrmeha 2015an de, di navbera welatên 5+1 û Îranê de, hatibû îmzekirin.
N.O