Sizaya bidarvekirinê di rojeva Tirkiyê de germ dibe

Piştî ku li Colemêrgê, jinek û zaroka wê, di encama teqîna mînekê de canê xwe jidest dan, vegerandina sizaya bidarvekirinê careke din di rojeva Tirkiyê de germ bû.

K24 - Navenda Nûçeyan

Partiya Yekîtiya Mezin (BBP) a Tirkiyê, ku bi hevkariya AKPê di Perlemana Tirkiyê de cî girtiye, dixwaze di mehên dahatî de, vegerandina sizaya bidarvekirinê, di Perleman de gotûbêj bike.

Piştî ku li Colemêrgê, jinek û zaroka wê, di encama teqîna mînekê de canê xwe jidest dan, vegerandina sizaya bidarvekirinê careke din di rojeva Tirkiyê de germ bû.

Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan dabû xuyakirin, ku di demeke nêzîk de, ewê vê pirsê gotûbêj bikin.

Serokê BBPê Mistefa Destîcî, ku di lîsteya AKPê de hatibû hilbijartin got: Em rijd in li ser vegerandina sizaya bidarvekirinê û bi vebûna Perlemanê, emê pirojeya xwe li gel aliyan gotûbêj bikin û helwestên wan bibînin.

Mistefa Destîcî diyar kir, ku ew sizaya bidarvekirinê ji bo êrîşkarên li dijî polîs û serbazan dixwazin.

Berî niha jî PKK dabû xuyakirin, ku ti pêwendiya wan bi bûyera kuştina dayikek û zaroka wê re tine ye û gundiyên deverê didin xuyakirin, ku otombêl ne ji ber bombeya vedayî, lê ji ber gaza LPG teqiyaye.

N.O