Xelkê Minbicê ji vegera rêjîma Sûriyê çekdarên Şîe bi tirs in

Welatiyên bajarê Minbicê metirsînin xwe ji vegera rêjîma Sûriyê bo bajêr nîşan didin û didin zanîn ku dema rêjîm vegere wê ziyaneke mazin bigihîne ciwanin bajêr û dê wan bibin leşkeriya neçar. Ji aliyê xwe ve rêveberiya Minbicê tekez dike ku rêjîm ti carî bi awayê xwe yê berê venagere Minbicê.
kurdistan24.net

 

K24 – Minbic

Welatiyên bajarê Minbicê metirsînin xwe ji vegera rêjîma Sûriyê bo bajêr nîşan didin û didin zanîn ku dema rêjîm vegere wê ziyaneke mazin bigihîne ciwanin bajêr û dê wan bibin leşkeriya neçar. Ji aliyê xwe ve rêveberiya Minbicê tekez dike ku rêjîm ti carî bi awayê xwe yê berê venagere Minbicê.

Piştî serdana şanda MSD bo Şamê û hevdîtina wan bi rêjîma Sûriyê re û ligel gotinên ku tên belavkirin ku dê rêjîm vegere bajarê Minbicê, li cam welatiyên bajêr bûye cîhê metirsiyê, bi taybet li cem ciwanan ew jî ji ber ku ciwan ji leşkera neçar û binaçvkirinê ditirsin.

Welatiyê bi navê Yasîn Hecî ji K24ê re got: “Heger hat û rejîma Esed derbasî bajarê me bû, dê tirs li ser ciwnan çê bibe, herwiha tirsa me ji çekdarên Şîe ye û niha ciwanên me karên xwe bi hêsanî û bê tirs dikin.”

Ji aliyê xwe ve Hevserokê Encûmana Sagonazê ya Minbic welatiyên bajêr dilniya dike ku rêjîm ti carî bi awayê xwe yê berê venagera. Diyar dike jî, heger ku MSD û rêjîm li hev bike dê tenê di warê xizmetguzeriyê de be û tikilî dê wek têkiliyê di navbera rêveberiya herîmî û ya navendî de be. Herwihe da xuya kirin ku çareseriyê jî dibe li ser asta Sûriyê tevahî be na tenê li ser asta Minbic.

Hevserokê Encûmena Zagonsaz a Minbicê Farûq el-Maşî ji K24î re tekez kir: “Çareserî li Sûriyê divê di nava  aliyên Sûrî de be û di jêr çavdêriyeke navdewletî de be û dê çareserî ji bo tevahiya Sûriyê be û em xelkê xwe yê Munbicê piştrast dikin ku em amade ne berevaniyê di ber wan de bikin û hertim em amade ne ji danûstandinan re ji bo rawestandina rijandina xwînê.”

Bajarê Minbic yê ku li ser destê Encûmana Minbicê ya laşkerî bi alîkariya HSD û Hevpeymaniya Navdewlatî di sala 2016 ji çekdarê DAIŞê hate rêzgarkirin, bûbû mijara herî sereke ji rêjîma Sûriyê û Tirkiyê û herdu ji aliyê xwe ve gef lê dixwerin. Niha jî wekatiyên wê bi hêvî ne ku çareseriyeke bêzirar ji wan re bê dîtin, ta ku bajar di awlehiyê de bimîne.