Hişyar Zêbarî bi Mîrê Kiwêtê re rewşa siyasî gotûbêj dike

Wezîrê berê yê Darayîya Iraqê û Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hişyar Zêbarî ligel Mîrê Kiwêtê rewşa siyasî, ewlehiyê û xizmetguzariyê ya Iraqê û Herêma Kurdistanê gotûbêj dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê berê yê Darayîya Iraqê û Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hişyar Zêbarî ligel Mîrê Kiwêtê rewşa siyasî, ewlehiyê û xizmetguzariyê ya Iraqê û Herêma Kurdistanê gotûbêj dike.

Hişyar Zêbarê li tûra civakî ya Facebookê wêneya hevdîtina xwe ligel Mîrê Kiwêtê Şêx Subah Cabir el-Subah belav kir û nivîsî, Mîrê Kiwêtê li Koşka Seyf li Kiwêtê pêşwazî lê kir û di hevdîtinê de rewşa siyasî, ewlehiyê û xizmetguzariyê ya Iraqê û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Ji ber ku Hişyar Zêbarî heyama çend salan Wezîrê Derve yê Iraqê bû, pêwendiyên wî ligel gelek serkirde û berpirsên welatên cîhanî hene.

 

S. B