Aloziya CHP berferehtir dibe

Aloziya nav CHPê ya bo lidarxistina kongreya Awarte berdewam dike. Aliyên daxwaza darxistina kongreya awarte dikin dibêjin, 630 îmzeyên...

K24 – Navenda Nûçeyan

Aloziya di nav CHPê de berdewam dike. Aliyên dijbere dan xuyakirin, ji 1030 delegeyên hatine hilbijartin, 630 delegeyan bo darxistina kongreya Awarte îmze dane, û divê Serokê Giştî Kemal Kiliçdaroglu hember vê daxwazê bêdeng nemîne. Lê rêveberiya partiyê dibêje, îmzeyên hatine komkirin bo darxistina kongreyê bes nînin û ewê Desteya Rêvberiyê biguherînin.

Aloziya nav CHPê ya bo lidarxistina kongreya Awarte berdewam dike. Aliyên daxwaza darxistina kongreya awarte dikin dibêjin, 630 îmzeyên delegeyan radestî rêveberiya navendiya partiyê kirine û divê gavek zûtir kongre bê darxistin.

Lê Rêveberiya partiyê dibêje, tenê 569 îmze gehîştine destê wan û daxwaza kongreyê ret dikin.

Yek ji pêşengê dijbereyên nav CHPê ku bo kongreya giştî îmze komkirine dibêje, sedî 60'ê delegeyan îmze dane û pêwîste rêveberiya partiyê hember vê bêdeng nemîne.

Yaşar tuzun - peyvdarê dijberên nav CHP got:

"… 630 hevalên me çûn Noterê îmze dan û xwestin kongreya giştî bê darxistin, ne ku desteya rêveberî bê guhertin. Eger beriya hilbijartinên herêmî dikarin, nîvê desteya rêveberî biguherînin, dikarin kongre jî dar bixin. Bi giştî 1030 delegeyên hilbijartî hene. Ji wan 630 delege çûn Noterê îmze dan. Yanî sedî 60'ê CHPê kongreya giştî dixwaze. Hêvî dikin Serokê Giştî hember vê daxwazê bêdeng nemîne."

Muharem Înce daxwaz ji aliyên dijbere yên CHP dike ku dest ji post û endamtiya xwe venekinişin û ewê di nav CHPê de têkoşîna xwe berdewam bikin. Ewê kesên pêbawer li rê nehêlin.

Kesên piştevaniya guhertina nav CHPê dikin, li pêş avahiya partiyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin daxwaza kesên ciwan, nû bo guhertinê vekirî derkevin pêş.

Ayten Erturk - Seroka baska jinan ya navçeya Erenlerê diyarkir:

"… Em guhertinê dixwazin. Ya rastî bêjim, hêviya min ne ji Kiliçdaroglu heye, ne ji yên din. Em dest ji CHPê bernadin, jiber vê li vê derê ne. Grupa me ya Sakarya piştevaniya Muharem Înce dike, lê em hêviyek li wirjî nabînin. Kesên ciwan û nû baştir in."

Peyvdarê AK Partî Mahîr Unal jî tevli nîqaşên nav CHPê dibe û dibêje, madem CHP ewqas demokrat e ku, 15 parlamenteran dide Îyî Partî ku bikaribe beşdarî hilbijartinan bibe, ji dengderên xwe dixwaze dengên xwe bidin HDP ku bendê derbas bike, wê demê divê Kongreya Awarte jî lidar bixe û rê bide rêveberiyeke nû.

Li gor lêkoleran, jiber neserkeftina aliyên dijbere, nîqaşên nav partiyan asayî ne. Diyar e ev nakokî hê demeke wê berdewam bikin û dibêjin surprayz nîne ku partiyên nû ji van aloziyan peyda nebin.

 

 

C.B