Mislim: Sîstema “Navendî” ji bo Sûriyê qebûl nakin

Endamê Desteya Pêwendiyên Derve ya TEV-DEMê Salih Mislim radigihîne, ew amade ne bi rêjîma Sûriyê li ser tiştî guftûgoyê bikin, tenê vegera sîstema “Navendî” ji bo Sûriyê qebûl nakin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Desteya Pêwendiyên Derve ya TEV-DEMê Salih Mislim radigihîne, ew amade ne bi rêjîma Sûriyê li ser tiştî guftûgoyê bikin, tenê vegera sîstema “Navendî” ji bo Sûriyê qebûl nakin.

Salih Mislim ji ajansa “AFP” re ragihand, êdî nabe Sûriye veger wek serdema berê, divê Sûriyeya dahatî damokratîk û nenavendî be û bibe neynika tevahiya pêkhate hizrên cuda.

Salih Mislim dibêje: “Em hewl didin destkeftên xwe biparêzin, ji wan jî rêveberiya li Bakurê Sûriyê û dezgeh û sîstema demokratiyê. Niha fikra Şam ji wê bo ne guncaw e, loma divê em gav bi gav bi pêş ve biçin.”

Mislim got jî: “Mafên gelê Kurd ne cihê guftûgokirinê ye, çi mafên siyasî yan yên kultorî bin. Divê ji her pêkhateyekê re mafê diyarkirina çarenivîsa xwe hebe.”

Endamê Desteya Pêwendiyên Derve ya TEV-DEMê tekez dike, vegera sîstema navendî li Sûriyê li cem wan xêza sor e. Ew amade ne li ser her tiştî guftûgoyê bikin, tenê vegera navendiyê qebûl nakin.

Ev daxuyaniya Slih Mislim piştî wê yekê tê, şandeke Meclîsa Sûriyeya Demokratîk “MSD” berî çend rojan ser Şamê paytexta Sûriyê kiribû û ligel berpirsên Şamê civiya bû. Seroka şandê jî Ilham Ehmed ji K24ê re got, aliyê rêjîmê bi hişkî nêzîkî pirsa (Nenavendiyê) dibe, lê weke (MSD) ewê li ser bizav û danûstendinên xwe li gel rêjîmê berdewam bin, 

 

S. B