Xwepêşanderên Iraqê ji desthilata Iraqê bêbawerî ne
K24 – Navenda Nûçeyan
Xwepêşandanên xelkê naverast û başûrê Îraqê piştî ragehandina encamên bidest hejmartina dengan destpêkir. ew amaje bi wê yekê dikin, tu baweriya wan bi Komisyon, Hikûmeta Iraqê û desthilatdarên Iraqê nemaye, û dibêjin, Komisyon ser bi Partiyên gendel û desthilatdaran ve ye. Rêkxerên xwepêşandanan dibêjin, ew dê di gel hemû rêkxerên xwepêşandanan li hemû parêzgehan bicivin, da ku dem û armancên xwepêşandanan bikin yek.
Piştî çendîn mehan ji hilbijartinên Iraqê hîn jî hukimet nehatiye damezrandin û xelkê Iraqê ji vê rastiyê dilgiraniya xwe tine ziman.
Ji mehekê jî zêdetir e, li başûrê û naverasta Iraqê xwepêşandanên mezin lidij siyaseta xizmetguzarî, rewşa av û kehrebê û gendeliya desthilata Bexdayê pêk tên.
C.B