Xopêşanderên başûrê Iraqê dergeha Sefwan ya sînorî girtin
K24 - Navenda Nûçeyan.
Hîn jî xwepêşandan li parêzgehên başûrê Iraqê berdewam in û li gorî çend wêneyên ji aliyê çalakvanan ve hatine belav kirin, îro 12/8/2018an, xwepêşanderên parêzgeha Besera, riya sereke ya dergeha Sefwan ya sînorî li gel Kiwêtê girtin û rê nedan kemyonan ku derbas bibin.
Xwepêşandanên bajarê Besre û parêzgehên din ên Iraqê, 8ê Tîrmeha 2018an destpê kirin û roj bi roj firehtir bûn, di encama ikaranîna tundiyê ji aliyê hêzên emnî ve, bi dehan xwepêşander û endamên hêzên emnî hatin kuştin û birîndarkirin.
Xwepêşandanên başûrê Iraqê bi sedema nebûna xizmetkarî û bêkarî û nebûna av û karebe û zêdebûna gendeliyê derketin û her yek ji parêzgehên (Besra, Musenna, Zîqar, Mîsan, Dîwaniye, Wasit, Necef, Kerbela û Babil li xwe girtin.
Tevî ku Hikûmeta Iraqê soza bicîkirina hin daxwazên xwepêşanderan daye, lê baweriya xelkê bi sozên Hikûmetê nema ye û rojane li navçeyên cuda xwepêşandan berdewam dibin û çalakî tên encamdan.
N.O