"Erdogan xwe li dewleteke Erebî digire"

Rojnameya (The Financial Times) a Birîtanî: Erdogan berê xwe dide hevpeymana xwe ya serekî li navçeyê, ku ew jî Qeter e, daku di warê abûrî de piştevaniya Tirkiyê bike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Rojnameya (The Financial Times) a Birîtanî pêşbînî dike, ku bi sedema nakokiyan li gel Amerîka, serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, xwe li welatekî Erebî bigire.

Rojnameya Birîtanî di raporekê de dibêje: Bi sedema nakokiyan li gel Trump û kêşeya desteserkirina keşeyê Amerîkî (Andro Bronsoni), ku bûye sedema firehbûna kirîza dîplomasî di navbera Enqera û Washingtonê de û sizadana Tirkiyê ji aliyê Amerîka ve, Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan xwe li Qeterê digire.

Di rapora rojnameyê de hatiye: Tevî ku niha Erdogan rijd e li ser  helwêsta xwe beramberî Amerîka, lê bi sedema berdewamiya daketina nirxê Lîreya Tirkî, wê neçar bibe ku daxwaza Washingtonê bicî bike û keşeyê Amerîkî serbest berde. Ji ber ku abûriya Tirkiyê nikare xwe li ber sizayên Amerîkî bigire û çaverê ye, veberhênerên biyanî ji ber wan sizayan karên xwe li nav Tirkiyê rawestînin.

Herwiha rojnameya Birîtanî nivîsiye: Erdogan berê xwe dide hevpeymana xwe ya serekî li navçeyê, ku ew jî Qeter e, daku di warê abûrî de piştevaniya Tirkiyê bike, heya ji kirîzê derbas bibe, ji bilî Qeter jî, wê Erdogan pêwendiyên xwe li gel hejmarek ji welatên Hevpeymaniya NATO xweş bike, bi taybet ew welatên ku pêgeheke wan a giring û stiratîjî li nav welatên Rojava heye.

N.O