NY: Niha gerentî bo vegera penaberên Sûriyê nîn e
K24 – Navenda Nûçeyan
Komisyarê Bilind ê Netewên Yekgirtî bo Karûbarên Penaberan ragihand, di dema niha de ew li dijî vegera koçberên Sûriyê ne.
Komisyarê Bilind ê Netewên Yekgirtî bo Karûbarên Penaberan Filippo Grandi li Berlînê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, di van hokarên metirsîdar de nahêlin koçberên Sûrî vegerin ser mal û milkên xwe.
Got jî, 5 milyon penaberên Sûrî li welatên cîranê Sûriyê dimînin û Netewên Yekgirtî ligel berdewamiya şer nikare gerantiya vegera vê hejmara ya penaberan di dema niha de bide.
Rûsya di vê demê de dest bi planeke vegerandina penaberên Sûriyê kiriye û dibêje, ji 9 welatên cîhanê milyonek û 700 hezar koçber dixwazin vegerin malên xwe.
S. B