Tirkiye 2 leşkerên Yunanîstanê serbest berda
K24 – Navenda Nûçeyan
Dadgeha Edîrneyê biryara azadkirina 2 Leşkerên Yunanîstanê ko nêzikê 6 meh in girtî ne da. Li ser biryara azadkirina leşkeran, Serokwezîrê Yunanîstanê Alexis Çîpras jî keyfxweşiya xwe anî ziman û got azadbûna leşkera wan, karek dadperwerane ye û dê cîrantî û dostaniya Tirkiye û Yunanîstanê bihêz bike.
Di 1ê Adarê de 2 leşkerên Yunanîstanê derbasî sînorên Tirkiyeyê bûbûn û piştre ji aliyê hêzên ewlekariya Tirkiyeyê ve hatibûn girtin. Ev bûyer di navbera Yunanîstan û Tirkiyeyê de krîz dêrxistibû.
Ev birayara Dadgeha Edîrneyê demek wisa de hate dayîn ko di navbera Tirkiye û Amerîkayê de jî krîza girtîbûna Keşeyeke Amerîkayê heye. Amerîka daxwaza azadkirina welatiyê xwe dike, lê keşeyê Amerîkî nêzikê 2 sal in girtî ye û nayê azadkirin.
C.B