Tirkiyê careke din azadkirina keşeyê Amerîkî red kir

Daxwaza azadkirina Keşeyê Amerîkî Andrew Brunson, careke din ji aliyê dadgeha Îzmirê ve hat redkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Daxwaza azadkirina Keşeyê Amerîkî Andrew Brunson, careke din ji aliyê dadgeha Îzmirê ve hat redkirin.

Parêzer Îsmaîl Cem Halavurt, duyemîn car serî li Dadgeha Sizaya Giran a Îzmîrê da ku sizaya zîndaniya malê û qedexeya derketina derveyî Tirkiyê li ser Keşeyê Amerîkî Andrew Brunson bê rakirin.

Lê Dadgeha Îzmîrê daxwaza parêzerê Keşeyê Amerîkî duyemîn car red kir.

Ji bilî wê jî, Tirkiyê li hember dorpêçên Amerîka, baca li ser hinek kelûpelên Amerîkî yên weke, birinc, alkol, kelûpelên ciwankarî û otombîlan sedî 100 zêde kir.

Ev yek di demekê de ye, berpirsekî Amerîkî ku nexwast navê xwe aşkere bike ji “Reuters” re ragihand, ti pêşveçûn di dosya Brunson de nebûye. Amerîka dê fişarên aborî li ser Tirkiyê zêde bike, heger Tirkiye wî keşeyî azad neke.

Keşe Brunson, piştî hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyê ya 15ê Tîrmehê 2016an, bi tometa sîxurî û alîkariya PKK û FETOyê hatibû zîndanîkirin.

Bernedana Keşeyê di navbera Tirkiye û Amerîkayê de bûye sedema derketina krîzeke mezin ku Serokê Amerîka Donald Trump ragihandibû ku wî baca li ser aluminyûm û pola ji Tirkiye du caran zêde kiriye, ji ber vê bacê jî nirxê Lîreya Tirkî li hember Dolara Amerîkî bi awayekî mezin daket.

 

S. B