Mistefa Hicrî: Îran ber bi kirîzeke dijwar ve diçe

Hicirî: Heger Îran 12 xalên Amerîka bicî bike, wê rêjîma Îranê bibe rêjîmeke din û li hindir û derve jî lawaz bibe û meydana xebata me, wê bi hevkariya hemû azadîxwazên Îranê baştir pêşve biçe.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Di merasîma 73emîn salvegera damezirandina Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (HDKÎ), berpirsê giştî yê wê Hizbê Mistefa Hicrî, taybet ji Kurdistan24ê re ragihand, ku Komara Islamî ya Îranê, ber bi kirîzeke bêçare ve diçe û di wê çarçoveyê de, me hemû amadekariyên xwe kirine daku em li gel rewşa nû ya Îranê serederiyê bikin.

Bi gotina Mistefa Hicrî, Hikûmeta Îran rastî nerazîbûnên navxweyî tê û heger li gel Amerîka gotûbêj û rêketinê bike, wê demê Îran dibe rêjîmeke din, ji ber ku pêwîst e pêbendî daxwazên Amerîka bibe û ew yek wê bihêle ku Îran di nav xwe de û li navçeyê lawaz bibe.

Hicirî got jî: Heger Îran 12 xalên ku Amerîka jê xwestiye bicî bike, wê rêjîma Îranê bibe rêjîmeke din û li hindir û derve jî lawaz bibe û meydana xebata me, wê bi hevkariya hemû azadîxwazên Îranê baştir pêşve biçe.

N.O