Temelli bersîva Demirtaş da

Hevserokê Partiya Demokrasî ya Gelan (HDP) Sezai Temelli rexne li metoda Selahattin Demirtaş a rexnekirina vekirî ya HDP kir û diyarkir, divê rexne li pêş raya giştî neyê kirin(!)

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Demokrasî ya Gelan (HDP) Sezai Temelli rexne li metoda Selahattin Demirtaş a rexnekirina vekirî ya HDP kir û diyarkir, divê rexne li pêş raya giştî neyê kirin(!)

Temelli di Yol TV de liser rewşa HDP rawestiya û bi taybetî jî bersîva rexneyên Hevserokê berê yê HDP Selahattin Demirtaş da. Diyarkir ku: “Ger Demirtaş binivîse girîng e û biqedr e. Di sosyal medya de çi liser hate gotin, nivîsandin naxwazim binirxînim. Rast e saheyek azadiyê ye û dikare bê nivîsandin. Liser Demirtaş jî dixwazim bibêjim, siyasetmedarek qedrgiran e. Lê, metoda wî ne rast e! Ji berê ve nameyên wî ji me re tên. Em dîtinên wî dixwazin bizanin. Lê, metod hene. Dezgeh û saziyên Partiyê hene. HDP partiyek cuda ye. Huquqek di navbeyna me de heye. Huquqek ku em anîne gel hevûdu. Di vê çarçoveyê de rexne-xwerexnekirin girîng e. Ger rexneyek hebe, dive pêşî were saziyên partiyê. Ger pêwîst bê dîtin, wê demê bi raya giştî re tê parvekirin. Ev pirsa metodê ye”!

Demirtaş di gotarek de ku 10ê tebaxê hatî belavkirin, rexne li siyaseta HDP kiribê ê anîbû ziman ku, “Yên ku pêşengiya gel dikin, divê xwedî seknek wêrektir û têkoşer bin”.

 

 

C.B