Qeter bi 15 milyar Dolar veberhênanê li Tirkiyê dike

Mîrê Qeterê serdana Tirkiyê kir û li gel serokê Tirkiyê nêzîkî 4 demjimêran civiya. Hat zanîn, ku Qeterê biryar daye, bi 15 milyar Dolar veberhênanê li Tirkiyê bike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Mîrê Qeterê Temîm Bin Hemed Al Sanî, serdana Tirkiyê kir û li gel serokê Tirkiyê Recep Teyib Erdogan civiya.

Civîna herdu aliyan nêzîkî 4 demjimêran berdewam kir û hat zanîn, ku Qeterê biryar daye, bi 15 milyar Dolar veberhênanê li Tirkiyê bike.

Herwiha Erdogan û Al Sanî tekezî li ser pêşvebirina pêwendiyên herdu welatan kirine.

Hevdîtina Erdogan û Al Sanî di demekê de ye, ku pêwedniyên Tirkiyê û Amerîka roj bi roj aloz dibin û Lîreya Tirkiyê nirxê xwe beramberî Dolarê Amerîkî kêm dike.

N.O