Ramîn Hisên Penahî ji bo Taranê hat veguhestin daku were bidarvekirin

Malbata Ramîn Hisên Penahî pişt rast kir, ku kurê wan bi mebesta bicîkirina sizaya bidarvekirinê ku berî niha li wî hatibû birrîn, îro ji bo zindana Recayî li bajarê Kerec ê ser bi Taranê ve hatiye veguhestin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Malbata Ramîn Hisên Penahî pişt rast kir, ku kurê wan bi mebesta bicîkirina sizaya bidarvekirinê ku berî niha li wî hatibû birrîn, îro ji bo zindana Recayî li bajarê Kerec ê ser bi Taranê ve hatiye veguhestin.

Kempîna Berevaniyê di ber Zindaniyên Siyasî û Sivîl de eşkere kir, ku piştî belavbûna nûçeya veguhestina zindaniyê siyasî yê Kurd (Ramîn Hisên Penahî) ji Sine bo Taranê, malbata wî pişt rast kiriye, ku mebesta veguhestina wî, ji bo bicîkirina sizaya bidarvekirinê ye.

Hevdem tê gotin, ku Ramîn Hisên Penahî di pêwendiyeke telefonî de, li gel malbata xwe eşkere kiriye, ku berpirsên zindana Recayî ji wî re gotine, ku di demeke nêzîk de, wê sizaya bidarvekirinê li ser wî, were bicîkirin.

Heya niha çendîn rêxistinên mafên mirovan bi fermî daxwaza rawestandina sizaya bidarvekirina wî zindaniyê siyasî yê Kurd kirine, lê Hikûmeta Îranê rijd e, ku wê sizayê li ser Ramîn Penahî bicî bike.

N.O