“Pirsa pêkanîna hikûmeta nû yekalî dibe”

Serokê Hevpeymaniya “Mihwerê Niştimanî” (yê Sunî) Xemîs Xencer piştî civîna ligel Serok Barzanî di daxuyaniyekê de ji K24ê re ragihand, ew bi Serok Barzanî re bo avakirina Iraqê hevnerînin û divê destûr were cibicîkirin û gerentî jî ji bo cibicîkirina daxwazên wan hebe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Xemîs Xencer ku serkirdatiya Hevpeymaniya Mihwerê Niştimanî dike, li Hewlêrê ligel Serok Barzanî civiya û bi nerîna wî, pêwîst e Kurd û Sune gerentiya cibicîkirina rêkeftinên dahatî werbigirin.

Xemîs Xencer ji K24ê re got: “Derbarê bingeha dewleta Iraqê de em wek Hevpeymaniya Mihwerê Niştimanî bi Serok Barzanî re hevnerîn in û pêwîst e destûr were cibicîkirin. Cibicînekirina destûrê hîşt Iraq baceke mezin bide. Me bi Serok Barzanî re lihev kiriye ku pêwîst e gerentî ji bo cibicîkirina daxwazên me hebe.”

Hevdem, Nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Bexdayê aşkere dike, di van rojan de pirsa pêkanîna hikûmeta nû bi temamî yekalî dibe.

Derbarê hewlên aliyên Şîe yên pêkanîna hikûmetê de, Xemîs Xencer got: “Di nerîna me de bereya Ebadî û Saîrûn bereyeke ne lihevhatî ye, lê ligel wê jî dijminatiya ti kesî nakin.”

Serokê Hevpeymaniya Mihwerê Niştimanî ne rasterast got, beşek mezin ji pirsa pêkanîna hikûmeta dahatî temam bûye. vê carê jî şansê Ebadî û Muqteda Sedir tune ye.

Xemîs Xencer dupat kir, ew ligel aliyên ku daxwaza wan cibicî dikin dibin û got: “Em û Kurd hevnerîn in. Pirsgirêk jî di nava aliyên Şîe de hene, ew ne hevnerîn in.”

S. B