Şevê din 10 çekdarên Heşdê û 5 serbazên Iraqî hatin revandin

Duh bi şev çekdarên Heşda Şeibî 5 serbazên Artêşa Iraqî, li bajarokê Qeretepe yê ser bi parêzgeha Diyale ve revandin û di beramber de, Artêşa Iraqê 10 çekdarên Heşdê revand.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Duh bi şev çekdarên Heşda Şeibî 5 serbazên Artêşa Iraqî, li bajarokê Qeretepe yê ser bi parêzgeha Diyale ve revandin û di beramber de, Artêşa Iraqê 10 çekdarên Heşdê revand.

Li gorî zanyariyên peyamnêrê Kurdistan24ê li Germiyan, şevê din çekdarên Heşdê li gundê Elî Seray li başûrê bajarokê Qeretepe, pênc serbazên Artêşa Iraqê revandin, di beramber de jî hêzên Artêşa Iraqê 10 çekdarên Heşdê desteser kirin û piştre bizavên xwe zêde kirin, daku rewşê kontrol bikin û nakokiyan bi Heşdê re kêm bikin.

Berpirsên emnî li Qeretepe didin xuyakirin, ku heya niha wan sedema nakokiyên di navbera Heşdê û Artêşê de nas nekiriye.

N.O