Îran destê hevkariyê dirêjî Tirkiye dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî di nasandina yekem firokeya şerî ya “xwemalî” de, benga hevkariyê di warê berevaniyê de li Tirkiye û Pakistanê kir.
Rûhanî got ku: “Amade ne ligel Tirkiye û Pakistanê firokeyên şerî yên hevpar çêbikin. Hember Amerikayê ligel cîranên xwe zêdetir kar bikin!”
Di helkefta nasandina yekem firokeya şerî ya “xwemalî” ya Îranê “Kevser” de Serokomarê Îranê diyarkir: “Ast a Îranê ya çêkirina firokeyê şerî pêkhatiye û ew dikarin û dixwazin bi awayek hevpar di çêkirina firokeya şerî û sektora berevaniyê de ligel Pakistan û Tirkiye kar bikin”.
Rûhanî dijberiya xwe hemberî gemaroyên Amerika beramberî Tirkiye anî ziman û got: “Îran amade ye destê hevkariyê dirêjî Tirkiye bike”.
C.B