Rûsya: Me 231 cure çekên nû li Sûriyê taqî kirin

Wezareta Bergîriyê ya Rûsî hejmara leşkerên xwe yên li Sûriyê şer kirine aşkere kir û got, 63 hezar leşkerên Rûsî ezmûnên şer li Sûriyê wertgirtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergîriyê ya Rûsî hejmara leşkerên xwe yên li Sûriyê şer kirine aşkere kir û got, 63 hezar leşkerên Rûsî ezmûnên şer li Sûriyê wertgirtin.

Wezareta Bergîriyê yê Rûsyê di tomareke vîdyoyê de ragihand, bo piştevaniya Serokê Sûriyê Beşar Esed ji sala 2015an ve 63 hezar û 12 leşkerên Rûsî ezmûnên şer li Sûriyê wertgirtin.

Diyar kir jî, hêzên esmanî yên Rûsî li Sûriyê 39 hezar êrîş encam dan û tê de bêhtir ji 86 hezar çekdar kuşt û 121 hezar û 466 armancên teroristî jî jinav birine.

Herwiha aşkere kir, hêzên wê 231 cure çekên nû li Sûriyê taqî kirin, ji nava wan firoke û sîstemên berevaniyên zemîn esman û mûşekên Cruise jî.

Wezîrê Bergîriyê yê Rûsyayê Sergey Şoygo di meha Berçileya 2017an aşkere kiribû ku bêhtir ji 48 hezar leşker beşdarî şerên li Sûriyê bûne, berî ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin fermana vekişandina beşek ji hêzên ji wî welatî bide.

Lê Putin di piştî wê daxuyaniyê re diyar kir, ta pêwîstî heye, ew li Sûriyê dimînin û plana vekişandina hêzê nîn e.

Rûsya ji 30î Îlona 2015an ve li aliyê Serokê Sûriyê Beşar Esed beşdarî şerê Sûriyê dibe. Di şerê Sûriyê yê ji 2011an ve ta niha bêhtir ji 350 hezar kesî hatine kuştin û bêhtir ji 11 milyon kesî koçber û penaber bûne.

 

S. B