Dengê Bexdadî derdikeve

Yekem car ji piştî salekê medyaya DAIŞê tomereke deng a rêberê wê rêxistina terorê Ebû Bekir Bexdadî belav dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekem car ji piştî salekê medyaya DAIŞê tomereke deng a rêberê wê rêxistina terorê Ebû Bekir Bexdadî belav dike.

Ajnasa “Reuters” belav kir, Bexdadî di vê tomara deng de ya ku di riya medyaya Firqan a DAIŞê re hatiye belavkirin, daxwaza berdewamiya çalakî û xweragirtinê ji alîgirên xwe dike.

Reuters amaje bi wê yekê jî dike, ta niha nehatiye tekezkirin ku ev dengê di tomarê de dengê Bexdadî bixwe ye, yan na.

Belavbûna vê tomara deng, piştî wê yekê tê, ji salekê ve çendîn car e nûçeyên kuştin û birîndarbûna Ebû Bekir Bexdadî hatin belavkirin.

Ta berî salekê rûbereke fereh ji xaka Sûriye û Iraqê di destê DAIŞê de, lê ji ber êrîşên li ser wê rêxistinê li Sûriye û Iraqê, rûbera di destê wê biçûk bûye û tenê navçeyeke biçûk di navbera her du welatan de dest de maye.

Dawî tomara dengê Bexdadî ya hatibû belavkirin vedigere meha Îlona 2017an, berî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wî bajarî ji destê DAIŞê kontrol bike.

 

S. B