Li Ewropa şerê kêran e
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Parîsê paytexta Fransayê îro kesekî bi kêrê êrişî çend kesên din kir, di wê êrişê de kuştî û birîndar hene.
Medyayên Ewropa amaje bi wê dikin, li rojavayê Parîsê kesekî bi kêrê êrîş kir û di êrîşê komek kesan de du jin hatin kuştin û du kesên din jî birîndar bûn
Tê gotin ku kesê êrişkar ji aliyê polîs ve hatiye girtin û nayê zanîn ew êriş, terorîstî bûye yan na.
Ev êrîşa Parîsê di demekê de ye, şeva li bajarokê Maurice-Chapelle yê Belçîkayê kesekî bi kêrê êrîşî xwaringehê kir û keçek û diya wê ve kuştin.
S. B