Çawîşoglu û Lavrov bo Idlibê dicivin
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Tirkiyê û Wezîrê Derve yê Rusyayê sibe li Moskoyê kom dibin û rewşa dawî ya bajarê Îdlibê gotûbêj dikin.
Li gor medyaya Tirkyê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu û sibe dê serdana Moskoyê bike û digel hevpostê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov bicive. Hat zanîn naveroka hevdîtina di çarçoveya krîza Sûriyê de pirsa Îdlibê ye û rewşa dawî ya Îdlibê dê were gotûbêjkirin.
Çavuşoglu û Lavrov 10 rojan berî niha li Enqereyê hatibûn ba hev û gotibûn, ewê lihev bikin ku hêzên opozîsyonê yên miyanrew li Îdlibê bimînin û yên tundrew jî ji Îdlibê werin derxistin.
Tevî ku Îdlib li gorî rêkeftinên Astana di nav deverên kêmkirina şer de ye û hejmareke xalên çavdêriya Tirkiyê li wê parêzgehê hene, lê ev demek e Serok û hikûmeta Sûriyê behsa Operasyona kontrolkirina parêzgeha Îdlibê dike.
Bi gefên Serokê Sûriyê Beşar Esed a êrîşa li ser Idlibê re, bi hevahengiya ligel Tirkiyê grûpên çekdar ên li Idlibê di bin navê “Bereya Niştimanî bo Rizgarkirinê” de yekbûna xwe ragihandibûn.
S. B