Parlementerê AK Partî: Dema mirina Amerika hatiye!
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlementerê AK Partî yê Bursayê Hakan Çavuşoglu di dema ahenga pîrozbahiya Cejna Qurbanê ya bajarê Bursa de anî ziman ku: “Ibn-î Haldun gotiye: Dewlet jî wekî mirovan in, tên dinyayê, pîr dibin û dimirin! Ez jî ji Amerika re dibêjim: “Ey Amerika, tu hatî dinyayê, pîr bûyî û mirina te nêzîk e”.
Di berdewamiya axaftina xwe de Çavuşoglu got: “Ev Millet ji Dolar natirse, ev Millet ji tank û komên hesinî netirsiya ye! Kes nikare rêya pêşkeftina Tirkiye bigre, lê sernakevin. Projeyên Amerika dê hilweşin!”
Piştî krîza pêwendiyên ligel Amerika, medya Tirkiye û herweha birêvebirên Enqere dijberiya Amerika gihandin e astek bilindtir.
C.B