British Airways û Air France seferên xwe bo Îranê rawestandin

Şirketên cîhanî yên Britanyayê û Fransayê , British Airways û Air France ragihandin ku, seferên xwe bo Îranê rawestandin e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şirketên cîhanî yên Britanyayê û Fransayê , British Airways û Air France ragihandin ku, seferên xwe bo Îranê rawestandin e.

British Airways di daxûyaniya xwe de diyarkir ku, ji mêha Îlonê ve seferên xwe bo Tehranê radiwestîn e. Egera vê yekê jî, bi seferek bazirganî ya ne serkeftî binav kir.

Her piştî daxûyaniya British Airways, Air France kî daxûyanî da ku, Ji meha Îlonê ve seferên bo Îranê tên rawestandin.

Piştî ragihandina gemaroyên aborî yên Amerika ser Îranê gelek şirketên Ewrûpayî û cîhanî xwe ji bazara Îranê vekşandin e. Meha Mijdarê gemaroyên nû yên Amerika liser Îranê tên sepandin û tê çeverêkirin, wê demê bandora aborî liser Îranê dijwartir bibe û şirketên cîhanî yên zêdetir ji Îranê vekişin...

 

 

C.B