Li Besrayê bi sedan kes jiber avê bijehrî ketin

Li bajarê Besra yê Iraqê bi sedan kes jiber avê bijehrî ketin. Ligor agahdariyê jinav Besra bi sedan hevwelatî ji av a vexwarinê bijehrî ketin û nexweşxaneyên bajêr ji hevwelatiyan dagirtî ne

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Besra yê Iraqê bi sedan kes jiber avê bijehrî ketin.

Ligor agahdariyên jinav Besra bi sedan hevwelatî ji av a vexwarinê bijehrî ketin û nexweşxaneyên bajêr ji hevwelatiyan dagirtî ne.

Endamê desteya şaredariyê Kerîn Sewaq ev agahdarê piştrast kirin û anî ziman ku: Egera bijehrîbûn a hevwelatiyan av a vexwarinê bû ye.

Herweha Parlementera berê ya Parlementoya Iraqê ji Besra Fatima Zarkanî bangewaz li hukimeta Iraqê kirk u, xelkê Besra ji vê felaketa av a vexwarin a Besrayê rizgar bike û çareyekê ji vê pirsgîrêka mezin a Besra re peyda bike!

Bi taybetî xelkê Besra xwepêşandanên mezin û domdirêj, ji bo çareseriya pirsgîrekên wan ên avê û elektrîkê û herweha xizmetguzariyê lidar xistin, lê heta niha ev pirsgîrekên wan nehatine çareserkirin.

 

 

C.B