Yekîtiya Ewrûpa alîkariya Îranê dike

Yekîtiya Ewrûpa biryar da, bi gujmê 18 milyon Euro wekî alîkarî û qerebûkirina dorpêçên Amerîka, bide Îranê

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekîtiya Ewrûpa biryar da, bi gujmê 18 milyon Euro wekî alîkarî û qerebûkirina dorpêçên Amerîka, bide Îranê.

Ajansa Reuters li ser zarê Berpirsa Pêwendiyên Derve ya Yekîtiya Ewrûpa Federîka Mogrînî belav kiriye, Yekîtiya Ewrûpa bi mebesta parastina Rêkeftina Atomî ya sala 2005an a digel Îranê, 18 milyon Euro dide wî welatî. Di ragihandina Yekîtiya Ewrûpa de hatiye, ew alîkarî ji bo kêmkirina givaşên Amerîka ên ser Îranê ye. Yekîtiya Ewrûpa ragihand jî, ew dê pabendî parastina Rêkeftna Atomî digel Îranê be, lê nikare givaşan li ser kerta taybet ya Ewrupa bîn e, ku weberhênanan li Îranê dikin.

 

 

C.B