Ebadî çend fermanên nû da Heşda Şeibî

Ebadî: Nabe ti hêz bê hevrêzî li gel fermandariya operasyonên hevbeş û bê razîbûna fermandarê giştî yê hêzên çekdar, ji Enbar û navçeyên parêzgeha Nînewa vekişin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Li gorî belgenameyekê, ku wêneyeke wê gihiştiye Kurdistan24ê, serokwezîrê karbirêvebir yê Iraqê Heyder Ebadî çend fermanên nû derbarê Heşda Şeibî derxistiye.

Li gorî fermanên nû yên Heyder Ebadî, nabe Heşda Şeibî bi siyasetê ve bê girêdan û nabe bêyî razîbûna fermandarê giştî yê hêzên çekdar li Iraqê, ti yekeyeke nû were pêkanîn an bê hilweşandin.

Derbarê kişandina çekdarên Heşdê ji navçeyên rojavayê Enbarê û çend navçeyên parêzgeha Nînewa, Ebadî ferman daye ku nabe ti hêz bê hevrêzî li gel fermandariya operasyonên hevbeş û bê razîbûna fermandarê giştî yê hêzên çekdar, ji wan navçeyan vekişin.

 

Wêneyek ji belgeya biryarên nû yên Ebadî
Wêneyek ji belgeya biryarên nû yên Ebadî

Berî niha hatibû ragihandin, ku bi biryara Desteya Serkirdatiya Heşda Şeibî, ku îmzeya cîgirê serokê wê desteyê (Ebû Mehdî El-Muhendis) li ser bû, wê çekdarên Heşda Şeibî ji parêzgehên Enbar, Selahedîn û Nînewa bên kişandin û ofîsên Heşdê li wan parêzgehan bên girtin.

N.O