Tirkiye xwe nêzîkî Rûsya dike û Amerîka dilgiran dibe
K24 - Navenda Nûçeyan.
Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu, serdana Rûsya kir û îro wê li Mosko li gel hevpostê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov bicive.
Hat zanîn ku naveroka hevdîtina herdu wezîran, wê di çarçoveya kirîza Sûrya de be û pirsa dawîn pêşhatên wê, gotûbêj bikin.
Pêşbînî heye ku Hikûmeta Sûrya di demên nêzîk de, li Idlibê dest bi operasyonekê bike, lê Tirkiyê li dijî wê operasyonê radiweste.
Çawîşoglu û Lavrov berî deh rojan li Enqerê jî civînek li darxistin û ragihandin, ku ewê kar bikin daku hêzên opozisyona lîberal li Idlibê bimînin û yên tundrew ji Idlibê derkevin.
Ji alîkî din ve, Amerîka ji bihêzbûna pêwendiyên serbazî yên di navbera Tirkiyê û Rûsya de, dilgran bûye.
Peyvdara wezareta derve ya Amerîka (Heather Nauert) derbarê pirsa radestkirina mûşekên S-400 yên Rûsî ji bo Tirkiyê ragihand, ku bikaranîna sîstema mûşekên S-400 ji aliyê Tirkiyê ve, berûvajî siyaseta Amerîka ye.
Nauert diyar kir, ku siyaseta Amerîka li dijî wê yekê ye, ku welatekî endam di Hevpeymaniya NATO de, sîstema S-400 bikar bîne û got: Amerîka bi hemû awayekî li dijî vî karî ye û bi tundî li pêşya wî radiweste.
N.O