"Serokwezîrê dahatî yê Iraqê hat diyarkirin"

Mihemed Seyhûd ji malpera (Bexdad El-Yewm) re: Bêtirî navekî ji bo wergirtina postê serokwezîriyê hatiye pêşinyarkirin û rêketin li ser navekî ji wan navan bûye.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serkirde di Dewleta Yasa de (Mihemed Seyhûd) ragihand, ew kesê wê bibe serokwezîrê dahatî yê Iraqê amade ye, lê niha em li bendî ragihandina mezintirîn kutleya perlemanî ne.

Mihemed Seyhûd ji malpera (Bexdad El-Yewm) re got: Bêtirî navekî ji bo wergirtina postê serokwezîriyê hatiye pêşinyarkirin û rêketin li ser navekî ji wan navan bûye.

Seyhûd got jî: Eşkerekirina wî navî, girêdayî ragihandina mezintirîn kutleya perlemanî ye.

Navhatî tekez kir, ku ragihandina pêkanîna mezintirîn kutleya perlemanî nêzîk bûye û beşekî mezin ji hêzên Kurdî û yên Sunnî têde beşdar in.

N.O