Şandeke Amerîkî seredana bajarê Şedadê yê başûrê Hesekê kir

Şanda Amerîkî bi serokatiya şêwirmendê Wezareta Derve ya wî welatî (Wiliam Robak) serdana bajarê Şedadê yê ser bi parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê kir.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, îro şandeke Amerîka bi serokatiya şêwirmendê Wezareta Derve ya wî welatî (Wiliam Robak) serdana bajarê Şedadê yê ser bi parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê kir û li gel civata sivîl a wî bajarî civiya.

Di civînê de, behsa şerê li dijî DAIŞê û peydakirina xizmetkariyan ji bo wî bajarî hat kirin.

Berî hefteyekê, heman şandê serdana bajarê Kobanê kiribû û keresteyên pizîşkî pêşkêşî nexweşxaneyeke wî bajarî kiribû.

N.O