Îran: Dostê me yê herî nêzîk li herêmê Tirkiye ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Daxûyaniyên hevkarî û hevpeymaniyê ligel Tirkiye yên birêvebirên Îranê berdewam in. Wezîrê derve yê Komara Islamî yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf, Tirkiye wekî dostê herî nêzîk ê Îranê li Rojhilata Navîn binav kir.
Zarif di daxûyaniya xwe di telewizyona fermî ya dewleta Iranê de ragihand ku, Krîza aborî yak u Tirkiye berbiçav hatî, ji egera êrîşên Amerika ye. Amerika dixwaze herweha rewşek psikolojik a dijber jî hemberê Tirkiye ava bike.
Zarif anî ziman ku: “Dinav welatên ku di herêmê de herî zêde têgihiştin dinav me de heye Tirkiye di rêza yekem de ye. Ligel Iraqê Azerbaycan, Pakistan û Efganistanê jî pêwendiyên me baş in”.
C.B