Yildirim bi gef bersîva Amerika da

Serokê Parlementoya Tirkiye Binalî Yildirim, di axaftina xwe ya pîrozbahiyên Malazgirtê de diyarkir ku, “Yên gefan li Tirkiye dixwin, dê pirrcarî bersîva vê yekê bigrin”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Parlementoya Tirkiye Binalî Yildirim, di axaftina xwe ya pîrozbahiyên Malazgirtê de diyarkir ku, “Yên gefan li Tirkiye dixwin, dê pirrcarî bersîva vê yekê bigrin”.

Yildirim diyarkir: “Ne hewlên kûdeta ya aborî, ne hewla kûdeta ya xayin a 15ê Tîrmehê encam wernegirtin û dê tu caran negrin. Aboriya Tirkiye li gor rewşa cîhanî hatiye şikl kirin û di vê rêyê de dê her serbikeve. Bi aboriya xwe ya bihêz Tirkiye dê ber bi armancên xwe yên mezintir birêve biçe.

Ew aliyên dixwazin gefan li Tirkiye bixwin, dê pirrcarî bersîva xwe werbigirin. Ew alî dive helwêsta xwe ya bêwate û êrîşkar terk bikin, û bi Tirkiye re pêwendiyên xwe asayî bikin. Ev e pêşniyara min ji wan re”.

 

 

C.B