Zerîf: Amade ne destê dostaniyê ji Siûdiyê re dirêj bikin

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf radigihîne, welatê wî amade ye destê dostaniyê ji Siûdiye, Îmarata Erebî û Behrênê re dirêj bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf radigihîne, welatê wî amade ye destê dostaniyê ji Siûdiye, Îmarata Erebî û Behrênê re dirêj bike.

Di gotarekê de ku kenalên fermî yên Îranê belav kir, Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf behsa pêwendiyên di navbera Îran û Qeterê kir û di wê derbarê de got: “Em amade ne destê dostaniyê ji welatîn din ên navçê re dirêj bikin.”

Herwiha got: “Em pêşwazî li guhartina siyasetên wan welatan dikin û heger Siûdiye destê dostaniyê ji me re dirêj bike, em amade ne bibin dostê wî welatî.”

Diyar kir jî, Tehran xwazyar e navçe bihêz be û siyasetên welatên navçê li ser binemaya hevkarî û hevahengiyê bêne dariştin.

Amaje bi wê jî da, niha pêwendiyên Tehranê yên bihêz û dostane bi welatên wek Iraq, Ezirbeycan, Tirkiye, Ermînya, Uman, Pakistan û Exganistanê hene.

 

S. B