Rûsya: Amerîka li dijî Sûryê hêzê li navçeyê kom dike

Wezareta Berevaniya Rûsî: Amerîka tevgera xwe ya serbazî li nav Derya Sipî zêde kiriye û amadekariya êrîşeke ezmanî li dijî Artêşa Sûryê dike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Wezareta Berevaniya Rûsî di daxuyaniyekê de ragihand, ku Amerîka tevgera xwe ya serbazî li nav Derya Sipî zêde kiriye û amadekariya êrîşeke ezmanî li dijî Artêşa Sûryê dike.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniya Rûsya de, berî du rojan keştiyeke serbazî Amerîkî, ku bi 28 mûşekên Tumahok hatiye barkirin, li nav Derya Sipî bicî kiriye.

Bi gotina Wezareta Berevaniya Rûsya: Ew keştî kare li seranserî Sûryê bide.

Heriha Wezareta Rûsî diyar kir, ku mebesta tevgera vê dawiyê ya hêzên Amerîkî li navçeyê ew e, ku Amerîka amadekariya êrîşeke mûşekî li dijî Artêşa Sûryê dike, bi bihaneya ku rêjîma Sûryê dixwaze çekên kîmawî li Idlibê bikarbîne.

Berî niha jî şêwirmendê ewlehiya niştimanî ya Amerîka John Bolton, di civînekê de li gel Sikirtêrê Encûmena Ewlehiya Rûsî de li Cinêvê ragihand, ku belge li cem wan hene, didin xuyakirin ku çekên kîmawî li Sûryê ji aliyê hêzên Hikûmeta ve hatine bikaranîn û ger ev yek were piştrastkirin, wê Amerîka bi tundî êrîşî bingehên rêjîmê bike.

N.O