Macron rêjîma Sûriyê hişyar kir: Amade ne êrîş bikin

Serokê Fransayê Emmanuel Macron rêjîma Sûriyê hişyar kir û amadebûna Parîsê bo lêdanên nû li ser Sûriyê derbirî, heger rêjîma Sûriyê çekên kimyewî li bikar bîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Fransayê Emmanuel Macron rêjîma Sûriyê hişyar kir û amadebûna Parîsê bo lêdanên nû li ser Sûriyê derbirî, heger rêjîma Sûriyê çekên kimyewî li bikar bîne.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron di civîna ligel balyozên Fransayê di derbarê rewşa Sûriyê de axivî û tekezî li ser mîkanîzma ku di civîna wî û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin de rêkeftine kir û got, wê mîkanîzmê gelek serkeftin di dosya mirovî de pêk anîn û alîkarî pêşkêşî xelkê kir.

Macron li ser egera destpêkirina êrîşekê ji aliyê rêjîma Sûriyê ve li ser Idlibê got, dê karesateke mirovî çê bibe. Macron got jî, heger Şam careke din çekên kimyewî bikar bîne ew ê êrişên esmanî yên nû pêk bînin.

Roja 22ê vê mehê jî Amerîka, Brîtanya û Fransayê bi daxuyaniyeke hevbeş ragihandibûn ku heger rejîma Esed êrişeke kimyewî pêk bîne ew amade û bi biryar in ku bersiv bidin.

 

S. B